Sîrwan Barzanî: 12 binkeyên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê hatin rûxandin
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi hevkariya hêza Pêşmerge 12 binke û şikeftên DAIŞê li çiyayê qereçûxê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Mihwerê 6 (Giwêr - Mexmûr) aşkere kir, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi hevkariya hêza Pêşmerge 12 binke û şikeftên DAIŞê li çiyayê qereçûxê bombebaran kirin.
Fermandarê Mihwerê 6 (Giwêr - Mexmûr) Sîrwan Barzanî ragihand, di 12 demjimêrên borî de, bi hevkariya hêza Pêşmerge 12 binke û şikeftên DAIŞê li çiyayê qereçûxê rûxandin.
Çend roj in operasyonên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi hêza Pêşmerge li dijî binke û cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê destpê kirine.
Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê duhî diyar kiribû: “Ev operasyon dê berdewam bibin, da ku terorîst nikaribin li ti derekê cih bigrin û bibin cihê metirsiyê.”