Welatiyek li Kerkûkê ji Serok Barzanî daxwaz dike ku bigihe hawara xelkê wî bajarî
Alîgirên Heşda Şeibî li Kerkûkê li dijî valakirina baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwepêşandan kirin.

Hewlêr (K24) – Alîgirên Heşda Şeibî li Kerkûkê li dijî valakirina baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwepêşandan kirin û vê yekê ne tenê berteka pêkhateya Kurd li pey xwe anî, di heman demê de pêkhateyên Ereb û Tirkmen jî nîgeran kir. Xortekî nişteciyê bajarê Kerkûkê bi rêya K24ê daxwaz ji Serok Barzanî dike ku bigihe hawara Kerkûkê.
Peyamnêrê K24ê Soran Kameran ji Kerkûkê ragihand; kesên ku xwepêşandan dikin, nêzîkî komeke Heşda Şeibî ne û rêya sereke ya navbera Kerkûk û Hewlêrê li her du rêyên hatin û çûnê girtine, ji ber vê yekê jî zirar gihandin bi hezaran kesan û bi hezaran wesayît jî li ser rê asê mane.
Welatiyekî nişteciyê Kerkûkê ji K24ê re ragihand: “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, rewşek bi ser Kerkûkê de hatiye sepandin ku ti desthilatek ji bo Kurdan li vî bajarî nehiştine. Gelek zilm li me tê kirin û ji aliyê ewlehiyê ve jî zilmeke mezin li pêkhateya Kurd tê kirin.”
Herwiha diyar kir: “Em weke Kurd, li vî bajarî bêkes in. Hawara me bo Cenabê Serok Barzanî ye, çimkî ti kes li Kerkûkê xwe weke xwediyê Kurdan nabîne û her kesê ku li Kerkûkê dijî, vê rastiyê dizane ku niha em di rewşeke nebaş de dijîn û rewşa ewlehiyê ya nelibar bi ser me de hatiye.”
Derbarê xwepêşandanên alîgirên Heşda Şeibî de jî, ku dixwazin PDK venegere Kerkûkê, diyar kir: “Hemû aliyên siyasî li vî bajarî hene, tenê PDK tune, loma radestkirina baregehên PDKê dê kêşe û pirsgirêkên welatiyan çareser bike.”