Tirkiyê li hember daxuyaniya dewletên biyanî ya li ser HDPê bertek nîşan da
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bi davuyaniyeke niviskî bertek nîşanî dewletên biyanî da, ku li hemberî bûyera xistina parlementeriya Gergerlioglu rexne li Tirkiyê kirine.

Enqere (K24) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bi davuyaniyeke niviskî bertek nîşanî dewletên biyanî da, ku li hemberî bûyera xistina parlementeriya Gergerlioglu rexne li Tirkiyê kirine. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bi avayekî balkêş, di daxuyaniya xwe de bi taybetî destnîşan bi dewletekê nekiriye.
Daxuyaniya Wezaretê dibêje, “daxuyaniyên hin dewletan yên li ser bûyerên li Parlementoya Tirkiyê, li dijî prensîpa dewleta hiqûqê ne. Di derbarê Gergerlioglu de li gorî yasaya bingehîn, biryarek teqezbûyî ya darazê heye û prose bi avayekî guncaw bi yaseyên Tirkiyê re birêve diçe.”
Wezareta Derve di heman daxuyaniyê de li ser doza girtina HDPê jî dibêje, “HDP di çarçoveya yasayên hiqûqî de tevnagere, bi PKKê re bi avayekî hemaheng kar dike. Di vê çarçoveyê de doz bo girtina HDPê hatiye vekirin.”
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Parlemetoya Ewropayê di çarçoveya ev mijarê de Tirkiye şermezar kiribûn.