Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê: Rêkeftina projebudceyê hilneweşiye
Cîgirê Serokê Parlamentoyê jî dibêje, rêkeftin hilnewşiye, tenê rûniştina Parlamentoyê hatiye paşxistin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Parlementoya Iraqê bo pesendkirina pojebudceya sala 2021an a Iraqê hat paşxistin. Cîgirê Serokê Parlamentoyê jî dibêje, rêkeftin hilnewşiye, tenê rûniştina Parlamentoyê hatiye paşxistin.
Şeva borî Komîteya Darayî ya Parlementoya Iraqê rêkeftina di navbera şanda Hikûmeta Kurdistanê û aliyê Şîe de pesend kiribû û biryar bû şeva borî Parlementoya Iraqê bo pesendkirina projebûdceya sala 2021an a Iraqê biciviya, lê civîn ji bo îro hatibû paşxistin, lê dîsa civîna Parlamentoyê hat paşxistin.
Di wê derbarê de, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad ragihand, rêkeftina di navbera şanda Hikûmeta Kurdistanê û aliyê Şîe de hilneweiye, tenê pêşniyazek ji bo madeya 11ê hatiye zêdekirin, ew jî wê yekê çareser dikin û pêşniyaza hatiye zêdekirin red dikin.
Herwiha got: Em dikarin bêjin ku ti pirsgirêkeke kurdan di vê mijarê de nîne û kar li ser wê rêkeftinê tê kirin ya ku di navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên din ên Iraqê de hatiye kirin.
Derbarê paşxistina rûniştina Parlamentoyê de got: “Hin alî bi wan xweş bû îro rûniştina Parlamentoyê neyê kirin û ji bo çend rojên din bê paşxistin.”
Derbarê gotegota hilweşandina rêkeftinê de, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê got: Rêkeftin nehatiye hilweşandin û li gor yasayê hatiye îmzekirin û mora Komîteya Darayî lê ye.
Tekez kir jî, “Em wek Desteya Serokatiya Parlamentoyê, guhartinên piştî îmezkirin, çapkirin û belavkirina reşnivîsa rêkeftinê, qebûl nakin.”