Li Bexdayê teqînekê rû da

Çend kes bûn qurbanî û hêzên ewledarîyê ew dever kontrol kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 23 Adar 2021 li devera Muştal a bajarê Baxdayê teqînek çêbû û di encam de çend kes bûn qurbanî û hêzên ewledarîyê ew dever kontrol kirin.

Jêderekê ji ewlekariyê li Bexdayê ragihand, hêzên ewlekarîyê rûbirûyî motorsîklêtekê bûne, lê belê şofêrê motorsîklêtê xwe teqand.

Wî jêderî diyar kir, li gor zanyariyên destpêkê, ev kiryara teroristî bû sedema kuştin kesekî û birîndarbûna 4 kesên din.