Hewlêr.. Amarên rûdanên trafîkê yên sê rojên Newrozê hat eşkerekirin
Rêveberiya Hatûçûna Hewlêrê amarên rûdanên trafîkê yên sê rojên cejna Newrozê ragihand.

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Hatûçûna Hewlêrê amarên rûdanên trafîkê yên sê rojên cejna Newrozê ragihand.
Berdevkê Rêveberiya Hatûçûna Hewlêrê Fazil Hacî ji K24ê re ragihand; ji yekem roja cejna Newrozê heta îro sêşemê ku dibe roja sêyem a Newrozê, 7 rûdanên trafîkê li sînorê parêzgeha Hewlêrê rûdane.
Fazil Hacî diyar kir ku di 7 rûdanan de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 26 kesên din jî birîndar bûn.
Hacî destnîşan kir ku di yekem roja cejna Newrozê de di 5 rûdanên cuda de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kesên din jî birîndar bûn, di roja duyem a Newrozê de rûdaneke trafîkê qewimî û bû sedema birîndarbûna 7 kesan, îro ku roja sêyem e, di rûdanekê de 5 kes birîndar bûn.