Bexda û Washingtonê behsa çarenivîsa hêzên Amerîkî yên li Îraqê dikin
Koşka Spî ragihand, rayedarên Amerîkî û hevtayên wan ên Iraqî dê di meha Nîsanê de diyalogeke stratejîk pêk bînin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî ragihand, rayedarên Amerîkî û hevtayên wan ên Iraqî dê di meha Nîsanê de diyalogeke stratejîk pêk bînin.
Koşka Spî diyar kir, "Civîn dê eşkere bikin ku hêzên Hevpeyamaniya Navdewletî ji bo perwerdekirin û pêşkêşkirina şêwirê ji hêzên Iraqî re li wî welatî ne, da ku rêxistina DAIŞê ya terorîst careke din xwe birêkxistin neke."
Hinek alîyên Şî'eyî tekezîyê li ser vekişandina Amerîka dikin û ji destpêka destbikarbûna rêveberiya Biden ve, Wezareta Derve ya Iraqê bi awayekî fermî daxwaz ji Amerîka kiriye ku demek ji bo destpêkirina diyaloga stiratejîk ji bo gengeşekirina peywendîyên di navbera Baxda û Waşingtonê dest pê bibe.
Roja 18 'ê Adarê Serokomarê Iraqê Berhem Salih biryara bidawîkirina hebûna hêzên şerker ên biyanî li Iraqê piştrast kiribû.
Herwiha got: "Têkiliya Iraqê bi Amerîkayê re girîng, bingehîn û li ser bingeha berjewendiyên hevbeş e û diyaloga me ya stratejîk, dê hemû pirsgirêkên siyasî, aborî, çandî û ewlehiyê behs bike."
Salih got jî: "Biryara derbarê bidawîkirina hebûna hêzên şerker ên Amrîka û biyanî de heye."
Serokomarê Iraqê diyar kir, hejmara hêzên biyanî yên niha li Iraqê ne, dora 2 hezar û 500 kesî ne.