Dadgeha Destûrê 31'ê Adarê doza girtina HDPê lêkolîn dike
Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, 31'ê Adarê, yekemîn lêkolînê li ser dosyeya girtina HDPê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, 31'ê Adarê, yekemîn lêkolînê li ser dosyeya girtina HDPê dike.
Dadgeha Destûrê li ser malpera xwe da xuyakirin, Civata Giştî ya Dadgehê bi armanca lêkolîna destpêkê li ser doza girtina HDPê, 31'ê Adarê dê bicive û biryara qebûlkirin yan jî redkirina doznameyê bide.
Dema dozname were qebûlkirin, pêwîst e HDP di dema diyarkirî de parêznameya xwe pêşkêşî dadgehê bike.
Serdozgeriya Dadgeha Bilind, beriya çend rojan, bi armanca girtina HDPê serî li Dadgeha Destûrê dabû.
Daxwaza girtina HDPê di asta cîhanê de deng veda. Yekîtiya Ewropa û Amerîka derbarê van pêşhatan de, dilgiraniya xwe nîşan dabûn.