Teqîneke din karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî kire armanc
Li nahiya Yûsufiye ya li başûrê Bexdayê, bombeyeke ku li ser rêyeke sereke hatibû danîn, bi karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de teqiya.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nahiya Yûsufiye ya li başûrê Bexdayê, bombeyeke ku li ser rêyeke sereke hatibû danîn, bi karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de teqiya.
Jêderekî ewlehiyê ji ajansên nûçeyan re ragihandiye; bombeyeke vedayî karwaneke lojîstîk a ser bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li nahiye Yûsufiye kire armanc û zirar gihande sê wesayîtan.
Di van çend rojên dawî de çendîn teqînên bi vî rengî karwanên Hevpeymaniya Navdewletî dikin armanc û zirarên cûr bi cûr digihînin wan.