Wezareta Perwerdehiyê derbarê dibistanan de daxuyaniyek da

Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir, heta roja 08.04.2021ê derveyî pola 12ê ya amadeyî û peymangehên hikûmetê û yên taybet ên ser bi wezaretê, hemû qonaxên din dê girtî bimînin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê
Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê

Hewlêr (K24) - Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir, heta roja 08.04.2021ê derveyî pola 12ê ya amadeyî û peymangehên hikûmetê û yên taybet ên ser bi wezaretê, hemû qonaxên din dê girtî bimînin.

Daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê wiha ye:

Li gor desthilata ji me re hatiye dayîn, di civîna lijneya bilind a tekoşîna hember vîrusa koronayê ya roja 01.03.2021ê de û di civîna îro 25.03.2021ê de ku Birêz Wezîrê Perwerde û Wekîlê Wezaretê û Rêveberê Giştî yê Perwerdehiya Parêzgehan jî amade bûn, ji ber zêdebûna rêjeya pêketin û mirinên ji ber pêketina vîrusa koronayê amaje bi nirxandina tendirustiyê hate kirin û biryar hat dayîn:

1 – Derveyî qonaxa 12ê ya amadeyî û peymangehên ser bi wezareta perwerdê (yên hikûmetê û yên taybet) hemû qonaxên din ên xwendinê destbikarbûn heta roja 08.04.2021ê nabe, tenê bo encamdana nirxandina bazneya yekem û ezmûnên 20 jimare nivîsek li dibistanên taybet û ezmûna dawiya demsalê jî li dibistanên taybet dê birêve biçin. Piştre dê civîna lijneya bilind a koronayê de helsengandina nû bo rewşa tenduristiyê bê kirin.

2 – Hemû ew dibistanên hikûmetê nirxandinên bazneya yekem û ezmûnên 20 jimare nivîsek kirine û destbikarbûna wan jî heta roja 08.04.2021ê tê sekinandin.

Ragehandina Wezareta Perwerdehiyê

25.03.2021

Fly Erbil Advertisment