Parlamentoya Iraqê deng li ser projeyasaya budceyê dide
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihandibû, ji bo pesendkirina budceya Iraqê, ti pirsgirêk derbarê pişkê Herêma Kurdistanê de nîn in.
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Parlamentoya Iraqê dicive û li gor bernameya karê civînê, dengdan li projebudceya giştî ya Iraqê ji bo sala 2021an tê kirin.
Duhî Cîgirê Serokê Parlamantoya Iraqê Beşîr Hedad serperiştiya civîneke hevbeş a Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê û hejmarek ji wezîrê Hikûmeta Federalî kiribû.
Piştî civînê, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji bo pesendkirina budceya Iraqê, ti pirsgirêk derbarê pişkê Herêma Kurdistanê de nîn in.
Şeva borî jî, Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Federalî bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî gihîşt Bexdayê, bi armanca berdewamiya danûstandinên derbarê pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê, gihîşt Bexdayê.