Serok Barzanî: Keremê Seyad bi salên dirêj kar ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî kir
Serok Barzanî: Rola Keremê Seyad di belavkirina zimanê kurdî li Ermenistanê û welatên Sovyeta berê de hebû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawiyê ya rewşenbîr û rojnamevanê kurd ê Ermenistanê Keremê Seyad, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat, hevalên wî û rewşenbîrê Kurdistanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiniyeke mezin min nûçeya koça dawiyê ta rewşenbîr û rojnamevanê niştimanperwer ê kurdê Ermenistanê Keremê Seyad bihîst.”
Herwiha Serok Barzanî got: “Keremê Seyad bi salên dûr û dirêj û bê westan karê ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî û birêvebirina radyoya Êrîvanê kir û roleke wî ya bi bandor di belavkirina ferheng û zimanê kurdî li Ermenistanê û welatên Sovyeta berê de hebû. Xebat û têkoşîna Keremê Seyad sermeşq e ji bo her kurdekî niûtimanperwer û cihê pêzanîneke mezin e.”
Serok Barzanî serxweşiya xwe arasteyî malbat û dost û hevalên Keremê Seyad û welatiyên kurd ên Ermenistanê û welatên Sovyeta berê kir û xwe bi hevbeşê xema wan zanî.
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Hêviya sebr û aramiyê ji her aliyekî re dixwazim û giyanê Keremê Seyad şad be.”
Nivîskar û rewşenbîrê Navdar ê Kurdên Ermenîstanê Keremê Seyad duhî di temenê 83 saliyê de li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê koça dawî kir.