Budceya giştî ya Iraqê nehat pesendkirin
Ji ber nakokiyên di navbera aliyên Iraqî de, careke din civîna Parlamentoyê hat paşxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Iraqê nikarî projeyasaya budceya giştî ya sala 2021an pesend bike û civîna Parlamentoyê ji bo demeke nediyar hat paşxistin.
Ji ber tekezîkirina hin aliyên Şîe li ser daxistina buhaya Dolar, Parlamentoya Iraqê nikarî projeyasaya budceya giştî ya sala 2021an pesend bike û civîna Parlamentoyê ji bo demeke nediyar hat paşxistin.
Di wê derbarê de Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li twittera xwe nivîsî: “Careke din Parlamentoyê nekarî projeyasaya budceyê ji ber nakokiyên siyasî, mezhebî û netewî pesend bike.”
Herwiha Sedir daxwaz ji aliyan kir, nakokiyên bidin aliyekî û di zûtirîn dem de wê pesend bikin û careke din neyê derengxistin.
Pêştir Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, pişkê Herêma Kurdistanê ji budceyê, li pêş pesendkirina wê ne astengî ye, belkû pirsgirêk di navbera aliyên din ên Iraqî de heye.
Her çend e biryar bû şeva borî Parlamentoya Iraqê ji bo pesendkirina projeyasaya budceya Iraqê ya ji bo sala 2021an biciviya, lê ji ber nakokiyên di navbera aliyên Iraqî de, careke din civîna Parlamentoyê hat paşxistin.