Wezîrê Tendirustiyê: Hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe
Dr. Saman Berzincî li ser rewşa herî dawî ya Herêma Kurdistanê axivî.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand: “Hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe û em pêşbînî dikin ku hejmara pêketiyan rojane bigihîje bi hezaran kesî.”
Dr. Saman Berzincî ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku li Herêma Kurdistanê pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19), ji 120 hezaran zêdetir e.
Wezîrê Tendirustiyê destnîşan kir ku mijara zêdebûn û kêmbûna hejmara pêketiyan, bi pabendbûna welatiyan bi rêkarên xweparêziyê ve girêdayî ye.