Mesrûr Barzanî: Kultura pêkvejiyana olî û lêborînê sîmayeke xweş û girîng a Herêma Kurdistanê ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Qiyametê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya hatina cejna Qiyametê li Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dike û ragihand, “Di vê boneya pîroz de, tekeziyê li ser pêşxistin û xurtkirina kultura pêkvejiyana olî û lêborînê dikin ku sîmayeke xweş û giring a Herêma Kurdistanê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya cejna Qiyametê ya Hezretî Mesîh (silavên xwedê lê be) germtirîn pîrozbahiyê li xwîşk û birayên KrîstIyan li Herêma kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikim. Hêvîdar im, ku Xwedê mezin dua û rojiyên wan qebûl bike û rojên cejna jî bi şad û aştîyane derbas bikin.”
Di peyamê de hat jî: “Di vê boneya pîroz de, tekeziyê li ser pêşxistin û xurtkirina kultura pêkvejiyana olî û lêborînê dikin ku sîmayeke xweş û giring ê Herêma Kurdistanê ye. Hêvîdar im ku giyanê pêkejiyan, tebayî û biratiyê di navbera hemû netewe û pêkhatên olî yên cuda de bêhtir geş bibe û mirovatiyê ber bi qonaxekê ve bibe ku dûrî hemû tundrewî û êş û azaran be.”