Baregeheke asmanî ya Amerîka bi 2 mûşekan hat armanckirin

Baregeheke asmanî ya Amerîka “Beled” gelek car in rastî êrîşan tê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha leşkerî a asmanî “Beled” ya hêzên Amerîka li parêzgeha Selahedînê, rastî êrîşeke mûşekî hat.

Jêderekî ji ajansa “Reuters” re ragihand, baregeha leşkerî “Beled” ya hêzên Amerîka li parêzgeha Selahedînê bi 2 mûşekan hat armanckirin, lê mûşek li derveyî wê binkeyê ketin û ti ziyaneke canî nebû.

Baregeha leşkerî ya Beled ya ji bo karên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê tê bikaranîn, gelek caran rastî êrîşan hatiye.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê jî diyar kir, di êrîşa li ser baregeha Beled de, ti ziyanên canî nebûn û tê texmînkirin ku ew mûşek ji navçeya Ducme ya Diyaleyê ve hatibin avêtin.

Şaneyê bêyî ku êrîşkeran aşkere bike, diyar kir ku êrîş îro di demjimêr 12:15 de li ser baregeha Beled a asmanî hatiye kirin û firokeyên Iraqî jî tê de hebûn.

Fly Erbil Advertisment