Platforma Demokrasiyê tundiya li ser jinan şermezar kir
Platforma Demokrasiyê ya li Diyarbekirê, ji bo balkişandina ser tundiyên ku li jinan tên kirin û nerazîbûna vekişîna Tirkiyeyê ji peymana Stenbolê, çalakî û daxuyaniyek li dar xist.

Diyarbekir (K24) - Platforma Demokrasiyê ya li Diyarbekirê, ji bo balkişandina ser tundiyên ku li jinan tên kirin û nerazîbûna vekişîna Tirkiyeyê ji peymana Stenbolê, çalakî û daxuyaniyek li dar xist. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku her roj jin tên kuştin, tacîzkirin û destdirêjî li wan tên kirin.
Sekretera Jinên Yekemîn Şaxa Kedkarên Perwerdehiyê Egîtîm-Sen a Diyarbekirê Songul Şimşek daxuyand ku ji ber helwesta desthilatdarên li Tirkiyeyê, zagonên ku hene jî nikarin pêşî li tundiyan bigirin û loma jî peymana Stenbolê qe nebe wek hiqûqî parêzvaniya jinan dike û divê Tirkiye jê venekişe.
Piştî daxuayaniyê şiyarên "em natirsin, serî natewînin û berxwe didin", "bijî yekîtiya jinan" hatin berzkirin.