Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Endonezya li Iraqê dike
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Endonezya li Iraqê Êlmar Îwan Lubîs kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Endonezya li Iraqê Êlmar Îwan Lubîs kir.
Di hevdîtinê de ku Konsolê Endonezya li Hewlêrê Zeynul Îdrîs Yunis amade bû, Balyozê Endonezya li Iraqê sosretiya xwe bi xwezaya xweşika Kurdistanê û aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku welatê wan xwazyarê berfirehkirina pêwendî û dirustkirina derfeta sermayeguzariye li Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî şanda mîhvanan kir û pêşwaziyê li berfiretirbûna pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Endonezyayê ya li warên cuda cuda da kir.