Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniya diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de piştevaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê bo gotûbêjên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê nîşan da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de piştevaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê bo gotûbêjên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye: “Gera sêyem a diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîkayê pêngaveke girîng û pêşveçûneke erênî ye ji bo pêşeroja pêwendiyan û berjewendiyên hevbeş ên di hemû waran de de.”

Herwiha destnîşan kiriye: “Em destxweşî û piştevaniyê lê dikin, em hêvîdar in ji hemû aliyan ve serkeftin û encamên wê yên baş hebin.”

Roja çarşemê 7ê Nîsana 2021ê, bi beşdariya wezîrên derve yên Iraq û Amerîkayê bi rêya vîdyo-konferansê, gera sêyem a danûstandinên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê birêve çû.

Fly Erbil Advertisment