Balyozê Amerîkayê: Niyeta me tune ku em balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bigrin

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller ragihand ku ti niyeta wan tune ji bo girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê.

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller
Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller ragihand ku ti niyeta wan tune ji bo girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê.

Matthew Tueller diyar kir: “Komên ku ji yasayan derdikevin û êrîş dikin ser Devera Kesk a li Bexdayê, bi van kiryarên xwe, serweriya Iraqê dikin armanc.”

Tueller destnîşan kir: “Hikûmeta Iraqê pêngavên baş avêtine ji bo rêlibergirtina van cure êrîşan.”

Balyozê Amerîkayê dibêje: “Ti niyeteke me tune ji bo girtina balyozxaneyê û îdareya niha ya Amerîkayê, karên dîplomasî pêk tîne ji bo gihiştina encamên baş.”

Daxuyaniya Matthew Tueller piştî wê yekê tê, ku duh hêzên ewlehiyê yên Iraqê, li rojhilatê serbazgeha Eyn Esed a Artêşa Amerîkayê, barhilgirek dîtin ku 24 mûşek tê de hebûn û ji bo avêtina ser serbazgehê hatibûn amadekirin.

Fly Erbil Advertisment