Hevpeymaniya Navdewletî: Pêgehên DAIŞê li çiyayê Hemrînê hatin bombebarankirin

Di encamê de çend çekdarên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, li herêma çiyayê Hemrînê şikeftin û cihên veşartinê yên DAIŞê hatin bombebarankirin û di encamê de çend çekdarên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Maroto di twîteke xwe de nivîsand: "Firokeyên şer ên hêzên asmanî yên Iraqê bi hevkariya ajansên îstîxbaratê li herêma çiyayê Hemrînê operasyoneke serkeftî pêk anîn."

Got jî: "Firokeyên F-16 a Hêza Asmanî ya Iraqê hin cihên veşartinê yên DAIŞ'ê rûxandin û çend çekdarên DAIŞ'ê jî kuştin."

 

Fly Erbil Advertisment