Parlamento û Hikûmeta Herêmê derbarê encamên danûstandinên li Bexdayê de dicivin

Parlamento û Hikûmet derbarê rêkftina Hewlêr û Bexdayê de û encamên danûstandinan dicivin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê ragihand, îro Parlamento û Hikûmet derbarê rêkftina Hewlêr û Bexdayê de û encamên danûstandinan dicivin.

Biryar e îro Desteya Serokatiya Parlamentoyê bi amadebûna serokên firaksiyonan û komîteyên (darayî, karûbarên aborî, wize û samanên xwezayî û karûbarên yasayî) li Parlamentoyê ligel Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin.

Rêveberê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed Bekir ji K24ê re got: “Piştî pesendkirina yasaya budceya federalî ya 2021an û ji bo agahdarbûna bi naveroka wê rêkeftinê û awayê guftûgoyan bi parlamento, hikûmet û aliyên siyasî yên Iraqî re ji bo desteberkirina mafên darayî yên Herêma Kurdisanê, biryar e îro Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêmê were Parlamentoyê û ligel Desteya Serokatiyê û serokên firaksiyonan bicive.

Biryar e jî Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêmê di civînê de hûrgiliyên pesendkirina budceyê û desteberkirina mafên darayî yên Herêmê ji nava budceya giştî ya Iraqê ji Parlamentoya Kurdistanê re pêşkêş bike.

Fly Erbil Advertisment