Amerîka pesnê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12.4.2021an pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.
Di vê kombûnê de ku Konsolê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller jî amade bû, gudtûfo li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin kirin.
Balyozê Amerîka li Iraqê ronahî xiste ser diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê û diyar kir, di çarçoveya hêzên hevpeymanan de, Amerîka di piştevanîkirina artêşa Iraqê û Pêşmerge ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê berdewam dibe.
Balyozê Amerîka pesnê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bi taybet pêngavên çaksaziyê yên di Wezareta Pêşmerge de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hewl û piştevaniya Balyozê Amerîka di pesendkirina yasaya budceya federalî de kir û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi cibicîkirina yasaya budceyê tekez kir û daxwaz jî ji Hikûmeta Federalî kir, erkên xwe li hember Herêma Kurdistanê di çarçoveya yasaya budceyê de cibicî bike.