Li Iraqê zêdetirî 8 hezar kes winda ne
Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê eşkere kir kir ku zêdetirî 8 hezar giliyên li ser windabûnê gihiştine wan.

Hewlêr (K24) – Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê eşkere kir kir ku zêdetirî 8 hezar giliyên li ser windabûnê gihiştine wan.
Endamê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê Zêdan Xelef Etwanî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqî re ragihandiye; komîsyona wan çendîn lêkolîn û raportên bi hevbeşiya lige lijneya navdewletî ya ji bo karûbarên windabûyan amade kirine û pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Şêwirmendê Asayîşa Netewî Qasim Erecî kirine, da ku ji bo wan raportan bişopînin.
Zêdan Xelef Etwanî eşkere kir ku heta niha komîsyonê 8 hezar û 164 giliyên li ser windabûna kesan wergirtine û derketiye holê ku tenê 123 kes, fermana desteserkirinê derbarê wan de hebûye.