Li Kerkûkê du bîrên petrolê hatin teqandin
Bi rêya bombeyên vedayî hatin teqandin.

Kerkûk (K24) – Li sînorê parêzgeha Kerkûkê her du bîrên hejmara 154 û 159 ên li kêlgeha petrolê ya Bay Hesen a li rojavayê Kerkûkê bi rêya bombeyên vedayî hatin teqandin.
Berpirsekî Polîsê Petrolê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji K24ê re ragihand: “Bûyer şeva din qewimî û piştî bûyerê hêzên me çûn cihê bûyerê û agir temirandin.”
Derbarê ziyanên encama teqînan de Berpirsê Polîsê Petrolê got: “Bombe li dûrî bîrên petrolê hatibûn danîn, agirekî gelek kêm lê ket û demildest hat kontrolkirin.”
Herwiha eşkere kir: “Ti ziyanek nebû û ti bandorê li ser şandin û berhemanîna petrolê nekir.”