Sancar: “Doza Kobanê” dozeke siyasî ya tolhildanê ye

Hevserokê HDPê Mithat Sancar li ser “Doza Kobanê” got, “ev dozeke siyasî ya tolhildanê ye.”

Enqere (K24) – Hevserokê HDPê Mithat Sancar li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna partiya xwe de, li ser “Doza Kobanê” rawestiya û got, “ev dozekê siyasî ya tolhildanê ye.”

Hevserokê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Mithat Sancar li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna partiya xwe de, li ser “Doza Kobanê” rawestiya û got, “ev dozekê siyasî ya tolhildanê ye.” Sancar destnîşan kir ku wê doznameya Doza Kobanê jî wek doznameya girtina HDPê bê bingeh e û ew wek HDPê bi planekê derbeyê re rûbirû ne.

Sancar diyar kir, “Di Doza Kobanê de divê her kes vê yekê bi zelalî bizanibe ku ev dozekê siyasî ya tolhildanê ye. Belkî ev qonaxekê girîng ya plana derbeyê ye ku bi salan e dewam dike. Em bi dozekê dek û dolab re rûbirû ne. Ev di siyasetê da hewldana têkbirina gelê Kurd e. Hiqûq, heqîqet, belge û agahî di vê dozê de tune ye. Ev jî wek doza girtinê bê bingeh e û wê têk biçe.”

“Plana derbeyê tê cîbicihkirin”

Hevserokê HDPê Sancar, bal kişand ser hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an û biserneketina partiya desthilatdar Ak Partiyê û wiha axivî;

“Piştî ku AKP di 7ê Hezîranê de di sindoqan de derbekê giran xwar, ji alîyê serok û rêveberên wê ve hat gotin ku ew ê berdêla vê bidin. Doz bi van gotinan dest pê kir. Mijar zelal e. Dixwazin êşa xwe ya têkçûnê bi siyasî ji HDPê û ji gel bistînin. Piştî di sala 2016an da parêzbendiya parlamenteran rabû û derbeya 4ê Mijdarê ya li dijî HDPê çêbû. Niha em bi plana têkbirina siyaseta demokratîk û hêviyên demokrasiye re rûbirû ne. Di vê doza ku ji jêrzemîna hiqûqê dûr e dixwazin welêt li gorî armancên xwe yên yekperestiyê birêve bibin. Lê ew ê bisernekevin. Nikarin bi siyasî derkevin pêşiya HDPê, ji loma jî bi darê zorê, bi daraz û polîsan re dixwazin me têk bibin. Lê wê bi biryardarî têkoşîna me berdewam bike.”

“Wê hevalên me bi parastinên xwe yên dîrokî vê dozê pûç bikin”

Sancar di berdewamiya axaftina xwe da bal kişand ser 26ê Nîsanê yekem rûniştina “Doza Kobanê” û got wê hevalên me yên ku tên darizandin li eywana dadgehê bi parastinên xwe yên dîrokî vê dozê yek bi yek pûç bikin û derewan derxin holê.

“Kuştin piştî gotinên Erdogan dest pê kirin”

Her wiha Sancar bersiv da îdiayên desthilatê û da zanîn, “Dibêjin protestoyên 6-8ê Cotmehê bi tweeta HDPê dest pê kir. Derew e, tiştekî wiha tune ye. Lê rastî çi ye? Protesto, bi êrîşên DAÎŞê yên li ser Kobanê di meha Îlonê da dest pê kirin. Lê şer û pevçûn piştî gotina Erdogan ya 7ê Cotmehê ku gotibû, “Kobanê ket, wê bikeve” dest pê kir. Wê demê hêzên ewlekarîya xwepêşandaran bi tivingên otomatik gulebarankirin. Heta wê demê xwepêşandan bi awayekê aştiyane dihatin kirin, lê bi vê êrîşê her tişt serûbin kirin.

Fly Erbil Advertisment