Beştaş: Erdogan saetekê axivî lê bersiva pirsa ‘128 milyar dolar li ku derê ye’ neda
Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, li Parlamentoya Tirkiyeyê bi civînekê rojnamegeriyê li ser mijarên di rojevê de axivî.

Enqere (K24) - Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, li Parlamentoya Tirkiyeyê bi civînekê rojnamegeriyê li ser mijarên di rojevê de axivî. Beştaş got, “Erdogan saetekê axivî lê bersiva pirsa ‘128 milyar dolar li ku derê ye’ neda.”
Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, li Parlamentoya Tirkiyeyê bi civînekê rojnamegeriyê li ser mijarên di rojevê de bîr û boçûnên partiya xwe anî zimên. Beştaş bertek nîşanî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ên li ser nîqaşa ‘128 milyar dolarî’ da û got, “Erdogan saetekê axivî lê bersiva pirsa ‘128 milyar dolar li ku derê ye’ neda.”
Serokwekîla Koma HDPê Beştaş got: “Serokkomar bi qasî saetekê di komcivîna partiya xwe de axivî. Pekî çi got? Bi rastî min tiştekê jê fêm nekir. Nizanim welatî tiştekî jê fêm kirin? Hin tiştan got, heta tiştekî 128 caran vegot, lê bersiva pirsa ‘128 milyar dolar lu ku derê ye’ neda. Dolaran firotine, rant heye, gendelî heye; lê wezîr û berpirsyar nayên kontrolkirin.’’
Li aliyê din Beştaş, li ser guhertina kabîneya serokkomariyê jî rawestiya û destnîşan kir, “Bi vê yekê jî xuya dibe ku têkçûna Tifaqa Cumhurê berdewam dike.”
Meral Daniş Beştaş got: “Mijara herî girîng ya îro guhertina kabîneyê ye. Çima ev guhertin çêbû? Wezaretekê ji hev cihê bû û bû du wezaret. Erkdarkirinên nû hene. Em dibînin ku ev mijar wê di rojevê de pir bê nîqaşkirin. Di van rojên dawî de tiştên ku bilezûbez diqewimin bi me dide nîşan ku heyama têkçûna Tifaqa Cumhurê gihîştiye asta navîn. 3 saliya sîstema nû ya Pergala Hikûmeta Serokkomariyê tijî dibe. Esseh divê em vê sîstemê nîqaş bikin. Ev sîstem bi xwe re çi tîne? Bifikirin ku di vê sîstemê de Wezîra Bazirganiyê bazirganiyê dike, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî bi dibistanên xwe yên taybet perwerdekariyê dike. Wezîrê Turîzmê geştûguzariyê dike.”