Amerîkayê Tirkiye bi fermî ji bernameya firokeyên F-35 derxist
Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand ku Enqere hatiye agahdarkirin ku Tirkiye bi fermî ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên firokeyên şer F-35ê hatiye derxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand ku Enqere hatiye agahdarkirin ku Tirkiye bi fermî ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên firokeyên şer F-35ê hatiye derxistin.
Ajansa fermî ya Tirkiyê AA ji rayedarekî Amerîkî ragihandiye ku Pentagonê Enqere bi fermî agahdar kiriye ku Tirkiye ji bernameya firokeyên şer ên F-35ê hate derxistin.
Rayedarê Amerîkî diyar kiriye ku rêkeftina hevbeş a ku çend welat tê de beşdar in û Tirkiye jî di 26ê Çileya 2007an de beşdar bûye, hatiye betalkirin û di peymannameya nû de navê Tirkiyê lê nehatiye zêdekirin.
Herwiha heman çavkaniyê destnîşan kiriye ku di peymana niha de 8 welat beşdar in û di bernameyê de ti welatekî nû nehatiye zêdekirin.
Tirkiye yek ji 9 welatên beşdarên di berhemanîna firokeya F-35 de bû û hin parçeyên wê firokeyê ji aliyê Tirkiyê ve dihatin çêkirin.
Tirkiyê peymana kirîna 100 firokeyên F-35 ligel Amerîkayê îmze kiribû, lê belê ji ber krîza sîstema mûşekî ya S-400 ya Rûsî pêwendiyên navbera Washington û Enqerê aloz bûbûn.