Serokwezîr Mesrûr Barzanî şehîdên bombebarana Qeladizê bi bîr anî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê de peyamek belav kir.

erokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
erokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê de peyamek belav kir û diyar kir: “Em serê rêzgirtinê li ber şehîdên karesata bombebarankirina Qeladizê ditewînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe bi rêya rûpela xwe ya fermî ya facebookê belav kir û ragihand: “Di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê ya di 24ê Nîsana 1974an de ji aliyê rejîma dîktator a Beesê ve ku bûye sedema şehîd û birîndarbûna bi sedan kesên bêtawan ku beşeke wan a mezin xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê bûn, ku wê demê li Qeladizê bû.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Herwiha di 24ê Nîsana 1982an de rejîma Beesê tawaneke din li hember wî bajarî encam daû xwepêşandanek gullebaran kir ku ji bo rêzgirtina li qurbaniyên bombebarana Qeladizê hatibû sazkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Em serê rêzgirtinê li ber şehîdên van du karesatan ditewînin.”

Fly Erbil Advertisment