Di navbera Serokê Ragihandina Serokkomariyê û HDPê de nîqaşa ‘Jenosîda Ermenan’
Ji ber daxuyaniya HDPê ya li ser Jenosîda Ermenan, di navbera HDP û Serokatîya Ragihandinê ya Serokkomarîya Tirkiyeyê de nîqaş derket.

Enqere (K24) – Ji ber daxuyaniya HDPê ya li ser Jenosîda Ermenan, di navbera HDP û Serokatîya Ragihandinê ya Serokkomarîya Tirkiyeyê de nîqaş derket.
HDP, di 106emîn salvegera komkujiya Ermenan de bi daxuyaniyekê nivîskî qurbaniyên komkujiyê bibîr anîbû û bang li dewleta Tirkiyeyê kiribû ku ew Komkujiya Ermenan nas bike.
Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun, li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî vê daxuyaniya HDPê da.
Fahrettin Altun, di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de diyar kir, "Dîroka me ya dûr û dirêj û bi şeref ji bona me çavkaniya serfiraziyê ye. Dîroka we ya kurt û reş û tarî jî bi wesîqeyên şermê re dagirtî ye. Dîroka we dîroka rêxistina terorê ya cudakar e. Ez we hewaleyî gelê me yê ezîz dikim."
HDP jî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê, bersiva daxuyaniya Altun da û got, “We behsa tiştên ku di dîroka we de hene kiriye! Belgeya şermê aîdê we ye. Gendelî, nehiqûqî, ne dadperwerî, şer, mirin…Rojên ku hûnê bi dîroka xwe re rûbirû bimînin ne dûr e!’’
HDP: Divê Tirkiye Komkujiya Ermeniyan nas bike
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDPê îro bi daxuyaniyekê nivîskî ragihandibû: “Tirkiye 106 sal in bi Komkujiya Ermenan re hevrûbûneke esas û rasteqînî nekiriye. Ji ber ku ew hevrûbûn pêk nehatiye, lewma jî ew sûc îro jî di rojevê de ye û tê nîqaşkirin di encamê de cudakarî û vederkirin îro kî berdewam dike. Komkujiya Ermenan beriya her tiştî meseleyeke însanî, hiqûqî û civakî ye. Komkujiya Ermenan di dîroka vî welatî de diyardekeye giring e. Semboleke dîrokî ye û xeta qirêj a hêzên kûr di nav dewletê de nîşan dide. Polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Rûm, Siryan, Keldan, Kurd, Elewî, Êzidî hatin pêkanîn jî parçeyek û berdewama vê zihniyetê ne.”
Kendinizde olanı anlatmışsınız! Utanç vesikası size aittir. Yolsuzluklar, hukuksuzluklar, adaletsizlikler, savaş, ölüm... Tarihinizle yüzleşeceğiniz günler uzakta değildir! https://t.co/6ja0qVMUgz
— HDP (@HDPgenelmerkezi) April 24, 2021