Fuad Husên: Em dixwazin tevahiya pirsgirêkên navçeyê bi diyalogê bêne çareserkirin

Fuad Husên got: “Bingeha siyaseta Iraqê li derve, avakirina pêwendîyeke hevseng bi hemûyan re ye.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî civîna ligel hevtayê xwe yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf ragihand, “Em dixwazin pêwendiyeke me ya xurt bi hemû aliyan re hebe.” Fuad Husên got: “Bingeha siyaseta Iraqê li derve, avakirina pêwendîyeke hevseng bi hemûyan re ye.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî civîna ligel hevtayê xwe yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, "Siyaseta derve ya niha ya Iraqê ew e ku li ser bingeha berjewendiyên hevpar têkiliyan ava bike û herêm bibe xwedî gotin."

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên tekezî li ser rola welatê xwe ya di çareserkirina pirsgirêkên herêmî de kir û diyar kir ku Bexda roleke girîng di bicihkirina aştiya li navçeyê de dilîze.

Herwiha got jî, wî bi Zerîf re derbarê pêwendiyên Îran-Amerîka de bi dewletên Kendavê re gotûbêj kirine û destnîşan kir ku Iraq di vê qadê de roleke erênî dilîze.

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez li ser giringîya hevkariya di navbera welatên navçeyê de kir û got: Me berî niha dest bi diyalogê bi alîyê Îranê re kiriye û niha gihîştîye asteka giring.

Her wiha got: "Danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de li Veinnayê dest pê kirin, Iraq bi hûrî çavdêriya danûstandinan dike û dixwaze tevahiya pirsgirêkan bi diyalogê çareser bibin. Em hêvî dikin ku pêşketin pêk were."

Ji aliyê xwe ve, Zerîf diyar kir, wan bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re li ser danûstandinên nukleerî yên bi koma 4+1 re axivîne.

Her wiha got: "Em pêşwazî li rola mezin û bihêz a Iraqê di navçeyê de dikin û hêvî dikin ku rola Iraqê di navçeyê de hîn zêdetir xurt bibe û rola wê di bicihkirina aramî û aştiyê de hebe.

Zerîf diyar kir ku pêwendiyên dualî yên di navbera Îran û Îraqê de gelek bihêz in û ew dixwazin di warên curbicur de bihêztir bikin.

Fly Erbil Advertisment