YE: Danûstandina Viyenayê ya ji bo pirsa rêkeftina atomî dest pê dike

Roja sêşema vê hefteyê biryar e danûstandinên Viyena yên ji bo çareserkirina pirsa rêkeftina atomî ya Komara Îslamî ya Îranê û 4+1 dest pê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Roja sêşema vê hefteyê biryar e danûstandinên Viyena yên ji bo çareserkirina pirsa rêkeftina atomî ya Komara Îslamî ya Îranê û 4+1 dest pê bike.

Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihand; gotûbêja wan ji bo behsa îhtimala vegera Amerîkayê bo rêkeftina atomî berdewam dibe û ew yek jî were desteberkirin ku rêkeftin weke xwe û bi temamî ji hêla hemû aliyên pêwendîdar ve were cîbicîkirin.

Berî niha Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihandibû ku Tehran danûstandina pirsa atomî dike û di proseya danûstandinên Viyenayê de jî pêşketin pêk hatiye.

Hesen Rûhanî eşkere kir ku hemû aliyan daxwaz kirine ku Amerîka dorpêçan betal bike, ku bi ser Komara Îslamî ya Îranê de hatine sepandin.

Fly Erbil Advertisment