Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de ligel kanala Aljazeera
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybet de dê bersiv bide pirsên kanala Aljazeera.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybet de dê bersiv bide pirsên kanala Aljazeera.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sibe êvarê di demjimêr 19:05ê de di hevpeyvîneke taybet de dibe mêvanê kanala Aljazeera.
Di hevpeyvînê de Mesrûr Barzanî dê bersiva çendîn pirsên li ser helwesta Herêma Kurdistanê di diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê de, pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran bide.