Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Îranê kir

Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf û şanda ligel wî kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf û şanda ligel wî kir.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihişte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û hejmarek ji rayedarên payebilind ên Hikûmeta Herêmê ve hat pêşwazîkirin.

Mihemed Cewad Zerîf duh duşemê 26ê Nîsana 2021ê serdana Bexdayê kiribû û ligel rayedarên Iraqê civiyabû.

 

Fly Erbil Advertisment