Li Bexdayê 10 serbaz hatin kuştin
Çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand; ji ber teqîna du bombeyên vedayî li devera Tarimiye ya li bakurê Bexdayê, 10 efser û serbazên artêşa Iraqê canê xwe ji dest dane.
Hewlêr (K24) – Çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand; ji ber teqîna du bombeyên vedayî li devera Tarimiye ya li bakurê Bexdayê, 10 efser û serbazên artêşa Iraqê canê xwe ji dest dane.
Şaneya Ewlehiyê ya Iraqê li ser bûyerê, tevî piştrastkirina nûçeyê, diyar kiriye ku li deverê dest bi lêgerîn û pişkinînê kirine.
Ji bilî Bexdayê, DAIŞ li Hewîce û Xaneqînê êrîşên terorîstî encam dane û ziyanên giyanî di rêzên hêzên ewlehiyê de heye.
Berbanga îro, hêzên Pêşmerge jî li bilindahiyên Zûrgeziraw êrîşeke DAIŞê têk birin.