Rojavayê Kurdistanê bi hişkesaliyê re rûbirû ye
Tirkiye roj bi roj ava çemê Feratê kêm dike. Xelkê deverê jî Tirkiyê tewanbar dikin ku bi qutkirina avê û bi birçibûnê şerê wan dike.
Kobanî (K24) – Asta ava çemê Ferat roj bi roj kêm dibe, ew yek jî metirsiyekê ji rûdana kareseteke mirovî çêdike. Xelkê deverê jî Tirkiyê tewanbar dikin ku bi qutkirina avê û bi birçibûnê şerê wan dike.
Asta ava çemê Ferat roj bi roj li pêşiya çavên xelkê Kobanê kêm û nizm dibe û ew metirşîdar in ku rewş xerabtir bibe, bi taybet ku ava ku bi salan e çendiniya xwe pê dikirin, ji zeviyên wan bi dûr ketiya. Xelkê deverê dibêjin, Tirkiya bi qutkirina avê dixweza wan birçî bike û wan ji erd û zeviyên wan bi dûr bixe.
Kêmbûna ava çemê Ferat ziyaneke mazin li tevahiyê derfetên jiyanê li deverê kiriye, ji aliyakî kar û xebetên bendavê dixe matisiya rawestandinê ku elektirîk kêm tê berhemanîn, û ji aliyekî din jî ziyan li xwezaya deverê dike ku bandorê li guhatinê keşûhewayê dike, ew yek jî ji bilî metirsiyên belavbûna nexewşiyê.
Di vê derbarê de, parêzer Ferhad Baqir dibêje: “Qutkirina ava çemê Ferat, çekekî siyasî di destê Tirkiyê de ye, berê û niha jî li dijî deverê bi kar tîne. Çendîn rêkeftinên dualî di navbera Sûriye û Tirkiyê de dihatin kirin, Tirkiye jî ew wek çek ji bo dosyeyên ewlehiyê bikar dianî ji bo şerê doza kurdî bike.”
Ji 27 meha Çileya 2021ê ve, Tirkiyê dest bi kêmkirina para Sûriyê ji ava çemê Ferat kiriye û li şûna 500 metro sêcar av di çirkeyekê de, tenê 200 metro sêcar berdide, ev yek jî eger berdewam bike, pêşbînî tê kirin ku dever ji Kobanê û heta Dêrazorê ber bi beyabûnê ve biçe.