Peykerên derdora Balafirgeha Diyarbekirê hatine danîn rastî bertekan tên
Peykerên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve li Balafirgeha Diyarbekir hatîn danîn ji ber ku ji rastiya çand û dîroka Diyarbekirê dûr in rastî bertekan tên.

Diyarbekir (K24) - Peykerên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve li Balafirgeha Diyarbekir hatîn danîn ji ber ku ji rastiya çand û dîroka Diyarbekirê dûr in rastî bertekan tên. Derbarê bertekan de Parêzgarê Diyarbekir û Qeyyumê Şaredariya Bajarê Mezin amaje kir ku nîqaşên wisa bo danasîna Diyarbekir baş in.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ku ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin li derdora Balafirgeha Diyarbekirê bo danasîna bajêr û bala geştiyaran bikêşe peykerên ku remzên Diyarbekirê ne hatin danîn. Lê piştî ku peyker hatin danîn ji aliyê welatiyan ve rastî bertekan hat amajekirin ku peykerên hatine danîn ji rastiya çand û dîroka Diyarbekirê dûr in.
Li derdora balafirgehê peykerê koma govendê ya Diyarbekir heye ku cil û bergên wan ne yên Diyarbekir in, hosteyê qedayîfê hatiye danîn ku cil û bergên wî naşibin yên Diyarbekir, hosteyê sifirê hatiye danîn, bazinê hesîrî hatiye danîn û pêykerê bebikê di qaşilê zebeş de runiştiye hatiye danîn. Herî zêde bebikê di qaşil de rastî bertekan hat û heta welatî balê dikêşin ku bibekên Diyarbekir ne wisa ne û dibêjin bebik dişibe Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un.
Welatiyek dibêje: “Dişibe lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un. Zebeş jî dişibe zebeşê Mêrdîn û Edeneyê. Koma Govendê jî dişibe koma govendê ya Afyonê.”
Herwiha welatiyekî jî got: “Zarok gelek mezin xuya dike. Wek zilaman e. Xebatek baş nehatiye kirin. Ji bo ku bikare nûnertiyê Diyarbekirê bike divê bişibe zarokên Diyarbekirê.”
Welatiyek jî dibêje: “Dişibe Çîniyan. Gelek qelew e. Diviyabû hinek zeîf be. Dişibe Kim Jong Un.”
Derbarê danasîna Diyarbekir û cihdana remzên Diyarbekir de peykersaz dibêjin nêrîn û armanc baş û girîng e lê belê di rêbaza cîbicîkirinê de pirsgirêk heye. Peykersaz Gokhan Aslan balê dikêşe ku peykerên li Balafirgeha Diyarbekirê hatine danîn ji rastiyê û ji dîmenên resen ên çand û dîroka Diyarbekirê dûr in û pêşniyar dike ku dema xebatên wisa werin kirin bila rayedar hem li Diyarbekiriyan bişêwirin û hem jî kîjan beşa hunerê be bila li kesên ku di wî warî de pisporin bişêwirin.
Peykersaz Gokhan Aslan diyar kir: “Xelkê Diyarbekir rast dibêje. Ew ne pêyker e. Nizanim peykersazek çêkiriye an kesekî din çêkiriye. Ew peyker ji realîteyên Diyarbekirê dur in. Cil û berg ne Kurdî ne. Ew hosteyê qedayîfê ne Diyarbekiriye rastî.”
Ji bo projeya Vesazkirina Hawira Balafirgehê 4 milyon û 412 hezar û 835 lîre pere hatiye xerckirin. Derbarê rexne û bertekan de jî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku ew rêzê li rexneyan digirin û piştî ku xebat bidawî bibin ew ê nirxandinek din bikin û hewce bibînin dê guherîne li ser peykeran bikin.