Serok Barzanî: Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedekariya keça kurd e
Serok Mesûd Barzanî di 47 saliya bidarvekirina Leyla Qasim de peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî îro 12ê Gulanê di 47 saliya bidarvekirina Leyla Qasim de peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” peyamek belav kir.
Serok Barzanê di peyama xwe de got: “Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedekariya keça kurd e. Ew ji bo gelê xwe de mirina bi serbilindî hilbijart, lê amade nebû jiyana bindestiyê qebûl bike û dest ji bîr û baweriyên xwe berde û xwe neçemand.”
Herwiha Serok Barzanî dibêje: “Di 47 saliya bidarvekirina Leyla Qasim û hevalên wê ji aliyê rêjîma berê ya Iraqê de, bi hezaran silav li giyanê pak ê şehîd Leyla û hemû şehîdên riya azadiyê.”
Today marks the 47th anniversary of the execution of Leyla Qasim, a symbol of resilience for all Kurdish women. Ms. Qasim, for the pursuit of her nation, chose death over bowing down to the oppressor. May peace be upon the soul of Ms. Qasim and all the martyrs of liberty. pic.twitter.com/EL0rUpOHR6
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) May 12, 2021
Leyla Qasim berî 47 salan û di roja 12.05.1974ê de ji aliyê rejîma Beis ve hat bidarvekirin. Keça kurd a çalak û jîr Leyla Qasim sala 1952yê li Xaneqînê ji dayîk bûbû û yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgeriyê tê nasîn.
Leyla Qasim Hesen sala 1952an li gundê Bamîlê yê ser bi bajarê Xaneqînê ve di malbateke Kurdperwer a hejar jidayik bû û sala 1958an çû ber xwendinê û qonaxa seretayî û navendî li Xaneqînê bidawî kir.
Leyla Qasim di sala 1971an de beşa Civaknasiyê li Kolîja Wêjeyî ya Zankoya Bexdayê xwend û di heman sale de jî di Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de li Bexdayê dest bi xebatê kir.
Zulm û zora rêjîma Beis a Iraqê li ser gelê Kurd, bîr û hizra azadîxwezî û têkoşînê ji bo bidestanîna mafê netewî yê gelê Kurd di dilê Leyla Qasim de dirust kir.
Di Adara 1974an de û piştî destpêkirina êrîşên hikûmeta Iraqê li ser Kurdistanê, Leyla Qasim û 4 hevalên xwe li Bexdayê hatin girtin.
Leyla Qasim nimûneya keça Kurd a çeleng û çavnetirs bû, eşkence û azara hovane ya celadên Beis nekarîn Leyla ji helwestên wê yên netewî vegerîne.
Leyla Qasim bi cilê Kurdî û xwendina sirûda netewî Ey Reqîb diçe ber kêndira bidarvekirin. Leyla di dawî çirkeyên jiyana xwe de ji celadên Beis re dibêje: “Piştî bidarvekirina min, bi hezaran Kurd hişyar dibin. Gelek xweşhal û serbilind im ku giyanê xwe fîdayî riya rizgariya Kurdistanê dikim.”
Leyla Qasim dibêje: “Bi vî çilê kurdî, dibim bûka Kurdistanê.”
Roja 12ê Gulana 1974an Leyla Qasim û 4 hevalên xwe Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman tên bidarvekirin.