Li Diyarbekirê peykerên ku rastî bertekan hatibûn, hatin rakirin

Peykerê bebikê ku di qaşilê Zebeşê Diyarbekir de rûniştî bû û li ber Balafirgeha Diyarbekirê hatibû danîn piştî bertekên civakê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hat rakirin.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Peykerê bebikê ku di qaşilê Zebeşê Diyarbekir de rûniştî bû û li ber Balafirgeha Diyarbekirê hatibû danîn piştî bertekên civakê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hat rakirin û dê peykerek nû were sazkirin û dê were bicihkirin.

Ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ve li derdora Balafirgeha Diyarbekirê bo danasîna bajêr peykerên remzên bajêr hatibûn danîn ku rastî bertekên civakê hatibûn.

Herî zêde jî peykerê “Bebikê Di Qaşilê Zebeşê Diyarbekir De Runiştî” hatibû rexnekirin. Raya giştî amaje dikir ku ew bebik naşibe bebikên Diyarbekirê û dişibe Serokê Koreya Bakur Kîm Yong Un.

Herwiha peykerê “Hosteyê Qedayîfê” jî rastî bertekan hatibû.

Herdû peyker ji aliyê Şaredariya Bajrê Mezin a Diyarbekir ve hatin rakirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir da zanîn ku ew ê  wan peykeran ji nû ve bidin çêkirin û dîsa danin cihê wan.

Fly Erbil Advertisment