Malbateke Hewlêrî li bajarekî Tirkiyê rastî êrîşa nijadperestî hat
Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê, malbateke Kurd a Hewlêrî rastî êrişa nijandperestî hat.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê, malbateke Kurd a Hewlêrî rastî êrişa nijandperestî hat.
Rojnamevan û aktîvîstê Kurd Mihemed Emîn Demîr li ser rûpela xwe ya Twitterê ragihandiye; li bajarê Mêrsînê malbateke Kurd a Hewlêrî, ku bo geşt û gerê çûbûn Tirkiyê, rastî êrişa nijadperestan hatin.
Mihemed Emîn Demîr daye zanîn, di wê êrîşê de du endamên wê malbata 4 kesî birîndar bûne ku rewşa yek ji wan, nebaş e.
Bi gotina wî aktîvîstê kurd, nijadperest dema dibînin pilaka otomobîla wê malbatê Hewlêr (EBL) e û malbat jî kurd e, êriş dikin û li wan didin.
Herwiha eşkere dike: “Ji malbatê re gotine hûn kurd in an tirkmen, piştî ku zanibûne kurd in, li wan xistine. Zarokê 12-13 salî jî birîndar kirine. Xwestine mêrik ji kendalê bavêjin û bikujin. 4 kes bûne, li jin û zarokên din jî xistine.”
Îro li Mersînê faşîstan êrîşî malbateke kurd ya Hewlêrî ya geştyar kirin. Sedem tenê ew bû ku plakaya erebeyê ya Hewlêr bû û malbat kurd bûn. Plakaya erebeya êrîşkaran jî diyare. Salane bi mîlyonan geştyarên biyanî diçin Mêrsînê we qet bihîst ku êrîşî hinekên din kirin. pic.twitter.com/S1xn0P2kUK
— M.Emin Demir - محەمەد ئەمین (@MEminDemr) May 13, 2021