Çûnûnhatin di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de tê asayîkirin
Piştî çil rojan xalên pişkinînê bi rênimayên tendirustî vedibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê biryareke nû derbarê rûbirûbûna Koronayê û rêkarên xweparêziyê derxist û ragihand, çûnûhatin di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de tê asayîkirin.
Wezareta Navxwe di daxuyaniyekê de diyar kir, bi girtina rênimyanên Wezareta Tendirustiyê, asankarî di çûnûhatin di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de tê asayîkirin.
Berpirsê Xalên Pişkinînê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Selam Xoşnaw ji K24ê re ragihand, piştî çil rojan xalên pişkinînê bi rênimayên tendirustî vedibin û daxwaz jî ji welatiyan kir ku pabendî rênimayan bin û maskeyan bi kar bînin.
Herêma Kurdistanê biryara qedexekirina çûnûhatina bi parêzgehên din ên Iraqê re girt, piştî ku di hefteyên dawî de rêjeya pêketin û mirina bi Koronayê li Iraqê zêde bûbûn.