Amerîka bombe û mûşekên bi kalîteya bilind difiroşe Îsraîlê

Medyaya Amerîkayê ragihand ku Koşka Spî razî bûye ku bombe û mûşekên bi kalîteya bilind, bi qasî 735 milyon dolar ji Îsraîlê re bifiroşe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Amerîkayê ragihand ku Koşka Spî razî bûye ku bombe û mûşekên bi kalîteya bilind, bi qasî 735 milyon dolar ji Îsraîlê re bifiroşe.

Rojnameya Washington Post ji zarê jêderekî payebilind yê ji îdareya Koşka Spî ragihandiye ku Amerîka bi qasî 735 milyon dolar mûşek û bombeyên bi kalîteya bilind ji Îsraîlê re difiroşe.

Washington Post eşkere kiriye ku di pêncê vê mehê de Koşka Spî derbarê peymana firotina çekan bo Îsraîlê de, Kongres agahdar kiriye.

Ew peyman çend roj beriya destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Xezzeyê hatiye îmzekirin.

Heşt roj in şerê navbera Îsraîl û rêxistinên çekdarî yên Xezzeyê berdewam e û her du aliyan bi mûşek û bombebarana zemînî û esmanî rûbirûyî hev bûne.

Fly Erbil Advertisment