Michael Waltz: Divê Koşka Spî bi daxuyaniyeke fermî piştevaniya Kurdan bike

Kongresmanê Amerîkî Michael Waltz li ser pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê ragihand; divê Amerîka bi daxuyaniyeke fermî piştevaniya xwe ji bo Kurdan nîşan bide û li dijî destwerdana Îranê ya li karûbarên herêmê raweste.

Hewlêr (K24) – Kongresmanê Amerîkî Michael Waltz li ser pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê ragihand; divê Amerîka bi daxuyaniyeke fermî piştevaniya xwe ji bo Kurdan nîşan bide û li dijî destwerdana Îranê ya li karûbarên herêmê raweste.

Kongresman Michael Waltz beşdarî bultena Jûrî Hewal a Kurdistan24ê bû û derbarê serdana şanda Amerîkî bo Herêma Kurdistanê de diyar kir: “Piştî ku şand vegere Amerîkayê, ez ê bi wan re biaxivim û ez hêvîdar im piştevaniya Amerîkayê ji bo gelê Kurd nîşan dabin û piştevaniya Herêma Kurdistanê kiribin li dijî destwerdana Îranê ya di karûbarên Iraqê de. Ez hêvî dikim vê şandê ev mijar gihandibe serkirdetiya Kurd û Hikûmeta Herêmê.”

Michael Waltz dibêje: “Tiştê ku ez jê ditirsim, îdareya Biden biçe nav rêkeftineke din a ligel Îranê, ku ev ji bo herêmê bi giştî baş nîne.”

Herwiha diyar kir: “Ez ditirsim îdareya Biden cezayan rake û ev jî zû ye û ev jî dê bibe sedema wê yekê ku ayetullah û Supaya Quds û pasdaran pereyên wan vedigere alîkariya milîsên Iraqê û Hîzbullaha Lubnanê û Hemasê, ez bawer nakim ev di berjewendiya aramiya herêmê de bibe û bêguman ji bo xelkê Kurdistanê jî baş nîne.”

Waltz daxwaz dike ku her sal bîranîna biryara 688an were lidarxistin û got: “Ez bawer im gelek girîng bû ji bo rêgirtina Sedam, da ku êrîş neke ser Herêma Kurdistanê, çimkî dîrokeke we ya reş hebû bi destê Sedam. Ew biryar ji bo me û ji bo we baş bû. Ji bo her kesî baş e ku ew were bibîranîn. Dibe ku pêwendiyên ligel Pêşmerge werin bihêzkirin. Pêwendiyên serbazî werin bihêzkirin.”

Kongresman Michael Waltz destnîşan kir: “Her dem Kurd û Pêşmerge li bereya pêşketinê bûn û di şerê dijî DAIŞê de karîn bibin mertala berevaniya hemû cîhanê.”

Michael Waltz weke pêwîst dibîne ku îdareya Biden bi awayekî pir zelal hest û siyaseta xwe û piştevaniya xwe ji bo Kurdan nîşan bide û got: “Ez hêvî dikim di demeke nêz de daxuyaniya piştevaniya li Kurdan bibînim û li dijî rejîma Îranê raweste li ser destwerdanên wê yên li Iraq, Lubnan, Sûriye, Yemen û deverên din. Ev her du tişt, hêvî dikim bi daxuyaniya fermî bibe.”

Vîze ji bo Kurdên Rojava

Michael Waltz li ser projepêşniyaza dayîna vîzeyê bo Kurdên Rojava diyar kir: “Dayîna vîzeya taybet ji bo wergerên li Iraq, Efxanistan û Sûriyê, ku ligel hêzên Amerîkayê kar kirine, girîng e. Em li bendê ne ku berfireh bikin, ew bernameya ku hebû, Kurdên Rojava jî li xwe bigre. Çimkî ew jî ligel artêşa Amerîkayê xebitîne û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Fly Erbil Advertisment