Duyemîn rûniştina dadgeha “Doza Kobanê” bi rê ve diçe

Di dozê de hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî di nav de, 108 siyasetmedar tên dadgehkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro duyemîn rûniştina Doza Kobanê li Enqeê bi rê ve diçe. Di dozê de hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî di nav de, 108 siyasetmedar tên dadgehkirin.

Duyemîn rûniştinê Doza Kobanê îro li Enqereyê di 22emîn Dadgeha Sizayên Giran de bi rê ve diçe. Di dozê de Hevserokên HDPê Selehadîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 108 endam û rêveberên HDPê û KCKê tên dadgehkirin. Ji ber dozê jî 28 kes girtî ne.

Doza Kobanê, di nav kampusa Zîndana Sîncanê bi rê ve diçe û berpirsên Yekîtiya Ewropa û balyoz û nûneratiyên Yekîtiya Ewropa jî dozê ji nêz ve dişopînin.

Bi sedan parêzer ji baroyên Diyarbekir, Riha, Wan, Mêrdîn, Mûş û Îzmîrê di dozê ed cih digirin.

Dozgerê Komarê ji bo Selahedîn Demîrtaş û Fîgeh Yuksekdag, 37 caran sizayên hetahetayî ji ber kuştina 37 kesan dixwaze, herwiha bi hezaran sal jî sizayên zîndankirinê ji ber tawanên din dixwaze.

Her çend Dadgeha Mafên Mirov ya Yekîtiya Ewropayê biryara azadkirina Selahedîn Demîrtaş dabe jî, Tirkiye bi hincetên cuda wê biryarê cîbicî nake.

Fly Erbil Advertisment