Li 10 bajaran 25 kes bi tohmeta PKKê hatin binçavkirin
Li deh bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê operasyon hatin lidarxistin, ku navenda operasyonan bajarê Mêrdînê bû, 25 kes bi tohmeta PKKê hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li deh bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê operasyon hatin lidarxistin, ku navenda operasyonan bajarê Mêrdînê bû, 25 kes bi tohmeta PKKê hatin binçavkirin.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Tirkiyê AA, “Derbarê 35 kesan de bi tohmeta ku têkiliyên wan bi endamên PKKê re hene, alîkariya darayî didin wan û alîkariya endamên rêxistinê dikin” biryara girtinê hatiye derxistin.
Li bajarên Mêrdîn, Edene, Şirnex, Êlih, Diyarbekir, Stenbol, Enqere, Elezîz, Edîrne û Hatayê, li 31 navnîşanan operasyonên hevbeş hatine lidarxistin û 25 kes hatine binçavkirin.
Hat diyarkirin ku polîs ji bo girtina 6 kesên din xebatên xwe didomînin û hat eşkerekirin ku 4 kesên din jî li girtîgehê zindanî ne.