Nêçîrvan Barzanî: Destûr tenê ji bo partiyekê yan neteweyekê nîne
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mijara yekrêzî û destûrê ya li Herêma Kurdistanê ragihand; armanca sereke ya dariştina destûrê ji bo parastina mafên takekes, civak û pêkhateyên ciyawaz ên Herêma Kurdistanê ye.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mijara yekrêzî û destûrê ya li Herêma Kurdistanê ragihand; armanca sereke ya dariştina destûrê ji bo parastina mafên takekes, civak û pêkhateyên ciyawaz ên Herêma Kurdistanê ye.
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di Konferansa Yekrêzî û Destûrê de axivî, ku ji aliyê Zanîngeha Kurdistanê – Hewlêr ve hat sazkirin û got: “Tiştê ku em bi berdewamî şanazî pê dikin, diruşma pêkvejiyan e û divê baweriya wê pêkvejiyanê ji temamê pêkhateyên ciyawaz ên Herêma Kurdistanê re were dayîn, ev jî bi rêya destûrekê dibe, ku mafê hemû pêkhate û aliyan tê de berceste be.”
Herwiha destnîşan kir: “Destûr tenê ji bo partiyekê yan neteweyekê yan jî ji bo pêkhateyeke diyarkirî nîne, divê destûr bibe bingehek ku hemû rengên Herêma Kurdistanê bi wekhevî li xwe bigre û niha jî em pêngava ber bi nivîsandina wê destûrê pêk tînin û em dixwazin ew destûr bibe nimûneyeke baweriya hemû aliyan.”
Li ser yekrêziyê, Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Gelek ciyawaziyên me hene, lê em pênaseyekê dixwazin ku hemû pêkhate di bin wê sîwanê de bicivin û kes nebêje ev PDK ye, ev YNK ye, an pêkhateyeke olî ye, em dixwazin bi rêya wê pênaseyê, her kes erk û mafên xwe di vî welatî de bizane û hest bi hevwelatîbûna xwe bike.”
Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî piştî sala 2003an, Nêçîrvan Barzanî got: “Eger em li pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên piştî sala 2003an binêrin û eger bipirsin; gelo heta niha Bexda mafên Herêma Kurdistanê dane, bêguman bersiva vê 'Na' ye. Eger ji welatiyan bipirsin; gelo hûn di çarçoveya Iraqê de hest bi baweriyê dikin? Bêguman bersiva vê jî 'Na' ye.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Divê hemû aliyên ku di hikûmetê de beşdar in, hest bi berpirsyariyê bikin û erkê xwe li hember parastina wan destkeftên ku me bi dest xistine, bi cih bînin. Divê em hemû bi hev re vê qonaxa dijwar derbas bikin û destûrekê pêk bînin, ku rizamendî û tewafuqa hemû aliyan li ser wê hebe.”