HDP: Doza Kobanê li dijî gelê Kurd û HDPê ye
Doza Kobanê ku 108 siyasetmedarên HDPyî tên darizandin bi rûniştina duyem li Dadgeha Enqereyê dewam dike.
Enqere (K24) - Doza Kobanê ku 108 siyasetmedarên HDPyî tên darizandin bi rûniştina duyem li Dadgeha Enqereyê dewam dike. Siyasetmedarên girtî yên HDPê, bi hinceta ku şandeya dadgehê bialî ye daxwaza redî hakîm kirin. Hevserokê HDPê Mîthat Sancarê ku dozê dişopand got, “Ev dozekê li dijî gelê Kurd û li dijî HDPê ye.” Herwiha rêveberên HDPê didin zanîn ku, bi fermana desthilatê şandeya dadgehê dixwaze bilezûbez darizandinê encam bidin. Her wiha, ji ber ku li eywana dadgehê wergerê zimanê Kurdî amade nebû, di navbera siyasetmedarên HDPyî û şandeya dadgehê da nîqaş derket.
Doza Kobanê ku tê da, di nav da Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag 28 jê girtî 108 siyasetmedarên HDPyî tên darizandin di roja duyem a rûniştina duyem da li 22yemîn Dadgeha Cizayê Giran a Enqereyê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dewam dike. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar, parlamenter û berpirsên HDPê, parêzer, serokên baroyan û nûnerên dîplomatîk yên welatên Yekîtiya Ewropayê li salona dadgehê amade bûn.
Darizandin bi daxwaza reddî hakîm û car caran nîqaşên di navbera serokê şandeya dadgehê û HDP’yiyên girtî da birêve çû. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar li gel şandeyekê li ber derê dadgehê daxuyaniyekê da û got, “Ev dozekê siyasî ye û li dijî gelê Kurd û li dijî HDPê ye.”
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar diyar kir: “Em baş dizanin ku şandeya dadgehê vê doznameyê nexwendiye. Lewra dozname di navendên tarî yên desthilatê da hatiye amadekirin. Tirkiye ji heyamekê ku sûcên herî giran tên eşkerekirin derbas dibe, lê tu lêpirsînekê nayê vekirin. Lê li dijî HDPê, li dijî gelê Kurd bi sûcên bêbingeh û bi daxwaza cizayên herî giran doz tên vekirin. Em baş dizanin, li Tirkiyeyê di bingeha sîstema siyasî û hiqûqî, û têkçûna dewlet û civakê da neyartiya li dijî Kurdan û HDP heye.”
Rêveberê HDPê hiqûqnas Dogan Erbaş ji K24ê ra dide zanîn, şandeya dadgehê hewl dide bilezûbez darizandinekê pêk bîne û HDPyiyan ciza bike.
Dogan Erbaş diyar kir: “Wekî em dibêjin, HDP nayê darizandin, HDP didarîzîne. Hevalên me ji aliyê usulî ve parastinên xwe dikin û daxwaza reddî hakim dikin. Dema parastina esasî çêbû esas wê demê wê hevalên me parastinên berfireh bikin. Ji rûniştina ewil jî xuya bûbû ku dixwazin darizandinekê bilez çêkin. Lê wê hevalên me vê lîstokê têk bibin.”
Her wiha siyasetmedarên HDPyî di parastinên xwe da îdia kirin ku, ev dozname doznameya parasrtina DAÎŞê ye. Li aliyê din ji ber ku li eywana dadgehê wergerê zimanê Kurdî amade nebû, di navbera siyasetmedarên HDPyî û şandeya dadgehê da nîqaş derket. Dîsa jî Parlamentera berê ya HDPê Gulser Yildirim, beyî werger bi Kurdî parastina xwe kir.