Hêmin Hewramî: Heta niha Bexdayê ji heqên darayî yên Herêmê dînarek jî neşandiye
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand ku heta niha hikûmeta federalî ji heqên darayî yên Herêmê dînarek jî neşandiye.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand ku heta niha hikûmeta federalî ji heqên darayî yên Herêmê dînarek jî neşandiye.
Hêmin Hewramî di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir: “Hikûmeta Iraqê pabendî cîbicîkirina yasaya budceyê nebûye.”
Hewramî eşkere kir; ev 12emîn meh e ku hikûmeta Iraqê heqên darayî yên Herêmê neşandiye.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku dahatên petrol û deriyên sînorî, pêwîstiya wan bi cîbicîkirina baştir a yasaya reformê heye û divê reform tê de werin kirin.
Hêmin Hewramî herwiha eşkere kir ku hefteya bê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê biçe Bexdayê ji bo lipeyçûna pirsa cîbicîkirina yasaya budceyê.