Platforma Ked û Demokrasiyê nerazîbûna xwe li hember operasyonên desteserkirinê nîşan da

Platforma Ked û Demokrasiyê li Diyarbekirê bi xwepêşandan û daxuyaniyekî nerazîbûn li hember operasyonên desteserkirina endam û rêvebirên sendîqayên pişeyî û civakî û siyasetmedarên HDPê nîşan dan.

Platforma Ked û Demokrasiyê
Platforma Ked û Demokrasiyê

Diyarbekir (K24) - Platforma Ked û Demokrasiyê li Diyarbekirê bi xwepêşandan û daxuyaniyekî nerazîbûn li hember operasyonên desteserkirina endam û rêvebirên sendîqayên pişeyî û civakî û siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nîşan dan.

Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Diyarbekirê, ragihandin ku biryara nehênî li ser dosyayên kesên desteserkirî ye, lê tu tawaneke hiqûqî ya kesek ji wan jî nîne. Loma jî dewlet wek çete û ji hiqûqnasî dûr tê birêvebirin.

Bang û daxwaz hat kirin ku operasyonên derhiqûqî û pêkutiyên li ser opozisyonê bên rakirin û yên desteserkirî demildest serbest bên berdan.

Di 24ê Gulanê de, bi biryara serdozgeriya Diyarbekirê, ji aliyê hêzên ewlehiya dewleta Tirk ve operasyoneke desteserkirinê li hember endamên sendîqayên pişeyî û endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû lidarxistin û 29 kes hatibûn desteserkirin.

Fly Erbil Advertisment