Zaxarova: Amerîka rast nabêje
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand; tiştê ku artêşa Amerîkayê li ser rola xwe ya yekalîker di şerê dijî terorê de dibêje, ji rastiyê dûr e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand; tiştê ku artêşa Amerîkayê li ser rola xwe ya yekalîker di şerê dijî terorê de dibêje, ji rastiyê dûr e.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth F. McKenzie ji ajansa AP re ragihandibû; artêşa Amerîkayê roleke wê ya yekalîker di serkeftina li hember terorê de heye.
McKenzie herwiha gotibû: “Kêmkirina hejmara serbazên artêşa Amerîkakyê li Rojhilata Navîn, derfetê dide Rûsya û Çînê ku wê valahiyê tijî bikin û hejmûna xwe li Rojhilata Navîn û Kendavê berfireh bikin.”
Li hember van gotin, Mariya Zaxarova got: “Hebûna artêşa Amerîkayê li ser axa Sûriyê, bêyî razîbûna hikûmeta Sûriyê ye û ev jî bes e ku hebûna wan hêzan weke neyasayî û nerewa were dîtin.”